Rêbwar Talebanî: Ti doz li ser min nemane, ezê vegerim Kerkûkê

01 July 2019 19:11 0 dîtin
Rêbwar Talebanî: Ti doz li ser min nemane, ezê vegerim Kerkûkê

PeyamaKurd – Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî piştî ku ji aliyê dadgehê ve tohmet û tawanbariyên li ser hatin rekarin, civîneke rojnamevanî li dar xist û di serî de spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ji bo piştevaniya bo wî kiriye.

Talebanî da zanîn, “Ti dozek ji wê dosyayê li ser min nemaye. Bi asayîkirina rewşê re ez jî dê vegerim Kerkûkê û min qet negotîye navegerim.”

Rêbwar Talebanî di civîna rojnamevanî de got: “Hewlên Me bo wê yekê bûye ku destûr li Kerkûkê bê bicihkirin û ewa niha li Kerkûkê heye rewşeke neyasayî û nedestûrî ye.”

Talebanî diyar kir, tohmetên ji bo wî hatine kirin ne li cî bûne û got, “Spasîya cenabê serok Barzanî, hikumet û wan partîyên Kurdî dikim ku piştîvanîya min kirin.”

Rêbwar Talebanî ragihand: “Hewlêr û Bexda di peywendîyê de ne bo çareserkirina rewşa Kerkûkê û min ji alîyê xwe ve jî çendîn amarên dijî karên nedestûrî tomar kirine.”

Piştî buyerên 16ê Cotmeha 2017an wekî berpirsekî Kurd doz li ser Rêbwar Talebanî hat tomarkirin û hewil hat dayîn wî ji kar dûr bixin , lê ew hewil hatin pûçkirin.