Kurd dicivin: Li Kerkûkê Tirk û Ereban li hev kirin
Peyama Kurd - Hate ragihandin ku hîn encamên Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ên Îraqê nehatibin pesendkirin jî Ereb û Tirkmenan li ser navê Xalid Mufrecî ku bibe parêzgarê Kerkûkê li hev kirine.
Piştî 2005an ji ber qeyranên sîyasî yên li ser Kerkûkê cara yekem di 18ê Kanûna 2023yan de li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêk hatin.
Li gel ku hîn encamên hilbijartinan nehatine pesendkirin jî hevdîtinên di navbera aliyên siyasî de dest pê kiribûn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Ereb û Tirkmenan ji bo parêzgarê Kerkûkê, li ser navê Xalid Mufrecî li hev kirine.
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji bo hevdîtinên li ser vê mijarê lijneyek ava kiriye û wê pêşî bi partiyên Kurd re hevdîtinan bike. YNKê da zanîn ku di vê çarçoveyê de wê pêşî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtin pêk bîne.
Berbijêrên YNKê yên ku hatine hilbijartin dibêjin beriya aliyên din divê Kurd di nav xwe de li hev bikin. Rêbiwar Tahayê ku ji lîsteyên YNKyê hatiye hilbijartin got:
“Wê polîtburoya YNKê bi rêya lijneyeke taybet van hevdîtinan pêk bîne lê belê wê gava me ya destpêkê diyaloga nav Kurdan be."
Li hêla din hate ragihandin ku ji bo serokatiya parêzgehê nekeve destê kurdan, Ereb û Tirkmenan li ser navê Xalid Mufrecî li hev kirine
Ereb li Kerkûkê bi sisê lîstên cuda beşdarî hilbijartinan bûn û bi tevahî şeş kursî, Tirkmenan jî du kursî bi dest xistibûn.
Red Salih ku ji lîsta Hevpeymaniya Qiyadeyê hatibû hilbijartin da zanîn ku ew dixwazin Erebek bibe parêzgarê Kerkûkê.
Eniya Tirkmenî ku li Kerkûkê 2 kursî bi dest xistine, ji Kurdan bêhtir nêzîkî Ereban e û çavê wan jî li parêzgariya Kerkûkê ye, lewre dewleta tirk çend roj berê bi berpirsên Tirkmenan re hevdîtinan pêk anî û ragihand ku ew dixwazin parêzgarîya Kerkûkê bi dorê bê birêvebirin.
Tê angaştin ku Hevpeymaniya Ereb ku parêzgarê niha yê tayînkirî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî pêşengiya wê dike, pêşniyaza Tirkmenan qebûl kiriye.
Li gorî vê pêşniyazê, wê parêzgariya Kerkûkê du salan di destê Tirkmenan de be, du salan jî di destê Ereban de be.
Endamê Serokayetiya Eniya Tirkmen Turkiş Îzedîn li ser vê lihevkirinê got: “Di navbera Ereb û Tirkmenan de têgihiştinek çêbûye, ev hîn ne fermî ye çimku sê lîstên cuda yên fraksiyonên Ereban jî hene. Dibe ku kes an jî lîstan qebûl nekin lê belê li gor lihevkirina niha ya Ereb û Tirkmenan, wê parêzgarî du salan heqê Tirkmenan, du salan jî heqê Ereban be. Herwiha wê serokê encûmenê jî heqê pêkhateya sêyem be.”
Ji bo diyarkirina îdareya Kerkûkê heta niha li ser du senaryoyan tê axaftin.
Seneryoya yekem hevbendîya Hevpeymaniya Ereb, Qiyade, PDK û Tirkmenan e.
Seneryoya duyem jî tifaqa YNK, Kirîstiyan, Urube û Eniya Tirkmenî ye.
7 kursiyên Kurdan hene lê 9 kursî pêwîst in
Encûmena Kerkûkê tevî kotaya Kirîstiyanan ji 16 kursiyan pê tê. Hevbendîya ku bigihe 9 kursiyan dikare Kerkûkê bi rê ve bibe.
Her du seneryo jî digihin 9 kursiyan û ji bo her du senaryoyan jî formula 'parêzgariya bi dorê' tê axaftin.
Piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehan, partîyên Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn. YNKê 5 û PDKê 2 kursî standin.
Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî hevpeymanîyê bikin.
Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.
Piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, hêzên Iraqê û komên milîşe yên Heşdî Şabî ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr ji destê Kurdan standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin