Rojbeyanî: Me rapora Parlamena Kurdistanê ya erebkirina Kerkûkê gihand NY

09 February 2020 23:28 0 dîtin
Rojbeyanî: Me rapora Parlamena Kurdistanê ya erebkirina Kerkûkê gihand NY

PeyamaKurd - Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê di Parlemantoya Kurdistanê de, Ciwan Yûnis Rojbeyanî dibêje, Parlemantoya Kurdistanê rapora xwe li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên benda 140 daye destê Neteweyên Yekbûyî (NY) û konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê, ku tê de behsa erebkirina Kerkûkê û serhildana DAIŞê li wan navçeyan tê kirin.

Ciwan Yûnis Rojbeyanî ji malpera KDP.info re da xuyakirin: “Di rapora xwe de, ji bilî ku me behsa proseya bi erebkirin û dagîrkirina zevî û erdê Kurdan li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî kiriye, herwiha me behsa serhildana DAIŞê û metirsiyên wê li ser navçeyê jî kiriye. Di raporê de tê daxwazkirin ku Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyên Kurdistanî, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin navçeyê biparêzin, lewma jî DAIŞ li wan navçeyan derdikeve.”

Rojbeyanî wiha got: “Me rapora xwe da destê Neteweyên Yekbûyî û konsulxaneyên welatan li Hewlêrê û niha em li hêviya bersiva wan e. Ji ber xerabiya rewşa Iraqê, niha gotûbêjên me bi Bexdayê re rawestane û em li hêviya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ne, da ku em dîsa dest bi danûstandinan bikin û em daxwaz bikin ku rewşa Kerkûkê baş bibe.”