Dadgehê pistî îtiraza dozger Ahmet Altan car din sand girtîgehê
PeyamaKurd - Nivîskar Ahmet Altan ku piştî 3 salên girtîmayînê 4ê Mijdarê hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê car din ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan piştî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û Dadgeha Bilind ceza xera kiribû, ji nûve hat darizandin û 4ê Mijdarê ji girtîgehê hatibû berdan. Piştî berdanê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîraz li biryara berdana Ahmet Altan kiribû
27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îtîraz qebûl kir û biryara berdana wî rakir û car din biryara girtinê ji bo Altan derxist. Altan doh êvarê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û îro jî derket pêşberî Dadgeha Stenbolê û ew piştî hefteyeke azadmayînê ji nû ve şandin girtîgeha Silivrî ya Stenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin