Pistî pesendkirina cezayê Kaftancioglu, Kilicdaroglu bang li parlamenterên CHPê kir

12 May 2022 18:49 0 dîtin
Pistî pesendkirina cezayê Kaftancioglu, Kilicdaroglu bang li parlamenterên CHPê kir

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Tirkiyê îro 12ê Gulan, doza li ser girtina Seroka Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, pesend kir ku biryare ji bo 4 sal û 11 mehan bikeve girtîgehê.

Dadgehê di biryara xwe de 2 doz hilweşand û 3 doz jî erê kirin ku li gorî wê biryarê heger biryar ji nû ve neyên nirxandin û di serlêdanên Dadgeha Destûra Bingehîn de jî rewş neguhere, Kaftancioglu di hilbijartinên 2023yan de nikare bibe namzeda parlamentariyê û rêya ketina girtîgehê ji bo cezayê 4 sal û 11 mehan jê re vedibe.

Piştî vê biryarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu bang li hemû parlamentarên CHPê kir, biçin mala Canan Kaftancioglu û lê xwedî derkevin.

Canan Kaftancioglu jî li ser biryarê daxuyanî da û got, dema ew ji merasîma cenazeya Muzîkolog Ahmet Say vedigeriya agahiya biryara erêkirina ceza gihîştiye wê û wiha axivî:

"Li vir mesele ne tenê ew e ku ji bo Canan Kaftancioglu çi ceza hatiye dayîn, çawa hatiye cezakirin ji bilî wê, mijar asta hiqûqê ya li vî welatî nîşan dide û mexdûriyeta ku bêhiqûqiyê çi li me hemûyan kiriye. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji hevalên me yên ku meraq dikin re bêjim, heta em xirabiya li desthilatdariyê neşînin, ne tenê ji bo Canan Kaftancoğlu, ji bo ku hiqûqê û serweriya huqûqê li ser 84 milyonan misoger bikin em ê bi her awayî xebat, xebat û xebata xwe bidomînin.”

Kaftancioglu di dewamê de diyar kir: “Niha ez ê biçim Stenbolê xebata xwe bidomînim. Tu carî hêviya xwe winda nekin. Em ê bi rêxistinkirina hêviyê xirabiya li desthilatdariyê bişînin, wê demê em ê li vî welatî edaleta rast û hiqûqa rast ava bikin."