Pistî eskerekirina cezayên Doza Kobaniyê ji DEM Partiyê yekem daxuyanî: Em ê komployên wan pûç bikin!

16 May 2024 16:59 0 dîtin
Pistî eskerekirina cezayên Doza Kobaniyê ji DEM Partiyê yekem daxuyanî: Em ê komployên wan pûç bikin!

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) piştî eşkerekirina cezayên bo Doza Kobaniyê li ser siyasetmedaran daxuyanî da û ragihand, ew ê li hemberî cezayan serî netewînin.

DEM Partiyê yekem berteka xwe li ser hesabê xwe yê Xê yê medya civakî nîşan da û hate gotin: “Cezayên ku li hevalên me yên di doza komploya Kobaniyê de dîl hatibûn girtin, nikarin serî li me bitewînin. Yên derbeyê li siyaseta demokratîk dixin bila bizanibin ku em ê komployên wan pûç bikin, em dê bi ser bikevin, gel dê bi ser bikeve!”

Di Doza Kobaniyê de ji Selahattîn Demirtaş û Ahmet Turk re cezayê girtîgehê hate sepandin û hejmarek kes jî hem ceza xwarin hem jî ji ber kişandina cezayê xwe hatin tehliyekirin.

Biryarên dadgehê wiha ne:

*Ji bo Aysel Tugluk, Gulfer Akkaya, Bircan Yorulmaz, Beyza Ustun, AltanTan û Ayhan Bîlgen biryara beraetê hat dayîn.

*Ahmet Turk 10 sal cezayê girtîgehê wergirt. Ayla Akat Ata ceza xwar û tê berdan.

*Cezayê heta hetayê bi giştî 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li ser Fîgen Yuksekdag hate sepandin ku wê neyê berdan.

*Gultan Kişanak bi wergirtina 12 sal ceza hate berdan.

* Meryem Adıbelli 9 sal ceza xwar û tê berdan.

* Bulent Parmaksiz 23 sal ceza xwar, wê girtî bimîne.

* İsmail Şengül 16 sal ceza xwar û dê girtîmayîna wî berdewam bike.

* Günay Kubilay 20 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.

* Ayşe Yagci 9 sal ceza û tehliye.

* Nazmi Gur 22 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.

* Pervîn Oduncu 22 sal û 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.

* Selahattin Demirtaş 24 sal 6 meh ceza xwar. Wê girtî bimîne.