Erdogan: Em ji biryarên Doza Kobaniyê kêfxwes in!

20 May 2024 18:26 0 dîtin
Erdogan: Em ji biryarên Doza Kobaniyê kêfxwes in!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser biryarên Doza Kobaniyê ku ji Selahattîn Demirtaş re 42 sal ceza hate birîn axivî û wekî serhildaneke dijî dewletê nasand.

Erdogan li Enqereyê di merasîma darazê de gotarek pêşkeş kir û li ser cezayên bo siyasetmedarên HDPê di Doza Kobaniyê de hatine dayîn jî yekem car axivî.

Erdogan got, “Em kêfxweş in ku 10 sal piştî hewldana serhildanê, her çiqas dereng be jî, edalet pêk hat.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereya paytexta Tikriyeyê beşdarî merasîma darazê bû û tê de axavtinek kir.

Erdogan li ser mijarê wiha axivî: “Bûyera 6-8ê Cotmehê (2014) bi tu awayî ne xwepêşandaneke protestoyî ye. Ew hewldaneke terorê bû ku 37 welatiyên me şehîd ketin. Li 35 bajarên welatê me xwîna kesên bêguneh hatiye rijandin. Di nav kesên hatine qetilkirin de Yasîn Boru jî heye. Helbet dê hiqûq hesab ji van bipirse. Ti kes nikare 6-8ê Çiriya Paşînê merûz bibîne. Bûyerên 6-8ê Cotmehê hewla serhildana li dijî dewletê ye. Em kêfxweş in ku 10 sal piştî hewldana serhildanê, her çend dereng be jî, edalet pêk hat.”

Di Doza Kobaniyê de çi ceza hatin dayîn?

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk jî bi 10 salan ceza kir. Herwiha ceza ji bo dehan siyasetmedarên din jî hatin sepandin.