Doza Demirtas a "Bêrêziya li Erdogan" hate taloqkirin

31 May 2024 14:50 0 dîtin
Doza Demirtas a "Bêrêziya li Erdogan" hate taloqkirin

PeyamaKurd - Doza ku di derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş de bi egera "Bêrêziyê li Serokkomar kiriye" hatibû vekirin, hate taloqkirin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên li Amed, Mêrsîn, Enqere û Mêrdînê bi hinceta ku "Bêrêziyê li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye dihate darizandin.

Selahedîn Demirtaş, ji ber doza ku Dageha Tirkiyeyê, her çar dosyeyên li ser vê dozê hatibûn vekirin di yek dozê de kom kiribû, derkete pêşberî dadwer.

Demîrtaşê ku li Girtîgeha parêzgeha Tirkiyeyê ya Edîrneyê girtî ye, bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Vîdeoyê (PADV) beşdarî rûniştinê bû.

Di rûniştina ku parêzerên Demirtaş amade bûn de dadgehê, bi mebesta kêmasiyên dosyeyan bêne temamkirin dozê taloq kir.

Selahadîn Demirtaş di 16ê Gulanê de, ji ber Doza Kobaniyê bi tawanbariya 47 tawanên cuda bi giştî bi 42 sal cezayê zîndanê hatibû tawanbarkirin.