Xwendina biryara Doza Kobaniyê hate pasxistin: Gelo Demirtas tê berdan?

16 April 2024 17:01 0 dîtin
Xwendina biryara Doza Kobaniyê hate pasxistin: Gelo Demirtas tê berdan?

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê di danişîna sibe 17ê Nîsanê ya Doza Kobaniyê de, biryara dawî dadgehê neyê eşkere kirin.

Di danişîna beriya niha ya doza Kobaniyê de ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî di nav de 18 kes ji ber bûyerên 2014an ên Kobaniyê têne darizandin hatibû ragihandin ku wê di danişîna 17ê Nîsanê de biryar bê xwendin.

Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan îro Sêşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku nivîsîngeha dadgehê ji girtiyan û parêzeran re agahî şandiye û gotiye, biryar sibe nayê eşkere kirin.

Turkdogan da zanîn ku wê sibê di danişîna Doza Kobaniyê de rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin û biryar neyê xwendin.

Turkdogan got, “Bendewariya me ew e ku sibê hevalên me bên berdan û Tirkiye vegere ser rêya serdestiya hiqûqê. Bendewariya me ya sibê ew e ku temamê hevalên me bên berdan. Bi taybetî hin hevalên me hene ku zêdetirî 7 salan girtî ne. Ev hevalên me ew ên ku mafên wan ên girtina demdirêj hatiye binpêkirin in. Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel li dijî qanûnê weke dîl girtiyên siyasî tên ragirtin.”