Doza Hrant Dink pistî li Yargitayê xeba bû car din destpêkir
PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê weşana rojnama Agosê ji ber di êrîşa çekdarî de hatibû kuştin û dagehê biryarê dabû, wê carê dadgeha bilind ya Tirkiyê Yargıtay biryara ku di derbarê 78 gumanbaran de dabû ji wan biryara 15 kesan xerab kir.
Di nava gumanbaran de leşker, polîs, ji endamên FETÖyê, serdozgerê berê Zekeriya Öz, rojnamevan û polîs hene.
Dadgeha Cezayê Giran ya 14em ya Îstenbolê celasa vê carê 2 roj dewam kir, 3 kesên zîndanî, parêzerên terefdaran û hinek kes bi rêya SEGBİSê de tevlî dana îfadeyan bûn. Di dozê de parêzerê serokkomariyê jî amade bû.
Parêzerê Dink ragihand ku hinek kesên di karên dewletê de dixebitin tiliya wan di kuştina Dink de heye lê nayên darizandin, hinek nehatin cezakirin û xwest ew jî bên darizandin û cezakirin.
Parêzerê serokkomariyê ragihand ku ew hinek fikrên di îdîanameyê de qebûl dikin û divê temamê gumanbaran ji ber Destûra Bingehîn îhlal kirine bên cezakirin.
Dadgehê, biryara navberê ragihand ku û biryarê da ku 7 kesên girtîne, girtina wan ya di zîndanê de dewam bike û celsa bê, wê di 11ê Cotmeha bê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin