Di dosya Hrant Dink de cezayê heya heyayê dan 9 kesan
PeyamaKurd – Di dosya rêvebirê giştî ya rojnama Ermenîkî ya Agosê ya Hrant Dink de, piştî dadgeha bilind Yargitayê biryara dadgeha jêr xera kir û ji nuh de daraz despêkir, dadgehê biryara xwe da: 9 kes cezayê heya bi heyayê an ku cezayê muebbed xwar û biryara girtina sê kesên niha li derve ne, da.
Wezîfedarên polîs û cendirmeyan jî din av wan de, di doza Hrant Dink de, ji 10 salan heya muebedê ceza sitendin. Doz li dadgeha cezayê giran ya 14an ya Îstenbolê de hat dîtin. Parêzerên malbata Dink li dadgehê amade bûn û cendirmeyan Muharrem Demirkale di birin dadgehê.
Dadgehê biryara beraetê da Volkan Şahin, Şükrü Yıldız û Mehmet Ali Özkılınç. Heyeta dadgehê cezayê muebbed da Muharrem Demirkale. Yavuz Karakaya 12 sal û 6 meh ceza sitend. Bekir Yokuş cezayê muebbed û di ser de 10 sal ceza sitend. Veysal Şahin 15 sal, Gazi Günay muebbed û 25 sal, Okan Şimşek muebbed û 25 sal, Ali Öz muebbed û 25 sal, Mehmet Ayhan muebbed û 12 sal û 6 meh, Onur Karakaya muebbed û 12 sal û 6 meh, Osman Gülbel muebbed û 16 sal û 8 meh, Hasan Durmuşoğlu muebbed û 12 sal û 6 meh ceza sitendin.
Dadgehê wekî dinê biryara girtina Bekir Yokuş, Onur Karakaya û Mehmet Ayhan da. Ji ber Faruk Sarı firare dadgehê dosya wî veqetand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin