Dadgeha Federal ya Cezayê ya Îsvîçre di dosya 1MDB de, ceza da rêvebirên PetroSaudiyê

28 August 2024 23:29 0 dîtin
Dadgeha Federal ya Cezayê ya Îsvîçre di dosya 1MDB de, ceza da rêvebirên PetroSaudiyê

PeyamaKurd - Dadgeha Federal ya Cezayê ya Îsvîçre di dosya 1MDB de ceza da rêvebirên PetroSaudiyê. Sedem jî ji ber ku rêvebir ji Fona Geşepêdana Giştî ya Malzeyayê, 1,8 milyar dolar pere xistine zimmeta xwe an ku xwarine.

Li ser mijarê Dadgeha Federal ya Cezayê ya Îsvîçre (Swîsra) cezayê zîndanê da 2 rêvebirên PetroSaudiyê. Dadgeh, 5 sal ceza da Obaid û 6 sal ceza da Mahony.

Dozgerên Îsvîçre ji bo rêvebirên PetroSaudiyê Tarek Obaid ku hemwelatiyê Îsvîçre û hem yê Saûdî Erebistanêye 10 sal, ji bo ortaxê wî Patrick Mahony 9 sal ceza xwestin ku hemwelatiyê Brîtanya û Îsvîçre ye.

Obaid û Mahony, ji bilî ku ji 1MDBê pere xwarine, ji ber sipîkirina perê reş jî sûcdar hatin dîtin.

Dadgeh, her weha biryarê da Obaid û Mahony wê 2 milyar dolar pere bidin 1MDByê, ji ber ji sala 2009an heya niha pere xwarine û wê %5 bi faîza wê re paşde pere bidin.

Serokwezîrê Malzeyayê yê berê Necip Rezak, di sala 2009an de 1MDB damezrandibû û gendeliya wî di 2015an de derketibû ortê. Tê texmînkirin ku ji fonê di navbera 4,5 û 7 milyar dolarê de pere revandiye derveyê welat.

Malezya niha li 12 welatan li fonên wendayî digere.