Kujerê Hrant Dink, Ogün Samast ji zîndanê serbest berdan

16 November 2023 00:42 0 dîtin
Kujerê Hrant Dink, Ogün Samast ji zîndanê serbest berdan

PeyamaKurd – Ogün Samast ê ku di sala 2007an de rêvebirê giştî yê rojnama AGOSê Hrant Dink kuştibû, ji zîndanê bi şert serbest hat berdan. Samast, di 19.01.2007an de, li Îstenbolê, li ber derê rojnama AGOSê, bi demançê Hirant Dink kuştibû. Rêvebirê rojnama AGOSê Hrant Dink ji xelkê Ermenî yê bajarê Meletiyê bû.

Samast, herî dawiyê di zîndana tîpa F ya bajarê Boluyê bû û ber destê êvarê tehliye bû. Ogün Samast 16 sal û 10 mehe ku di zîndanê de bû.

Samast, ji aliyê malbata xwe de, li ber derê zîndanê, seet di 19.50an de hat pêşwazîkirin.