Gefxwirê Weqfa Hrant Dink hat girtin: 'Di bandora hevala xwe ya Azerî de mam!'

31 May 2020 19:45 0 dîtin
Gefxwirê Weqfa Hrant Dink hat girtin: 'Di bandora hevala xwe ya Azerî de mam!'

PeyamaKurd – Piştî ku Weqfa Hrant Dink e-peyama gefxwarinê ya ji wan re hatiye şandin belav kir û ew kesê gef xwaribû hat binçavkirin û piştre bo dadgehê hat sewqkirin.

Li gorî nûçeya medya tirk, kesê bi navê H.Ayê 25 salî li bajarê Konyayê hatiye binçavkirin ku bixwe karkerî lêkirina fayansan e.

Kesê ku hatiye binçavkirin di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye, ew di bin bandora hevala xwe ya Azerî de maye ku bi xirabî behsa Ermenan kiriye û wî jî ew peyama gefxwarinê ji weqfê re şandiye.

Nivîskar û rewşenbîrê Ermenî ku ji bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê ye, 19ê Çileya 2007an ji aliyê nijadperestên tirk ve li ber avahiya rojnameya Agos a Stenbolê  ku gerînendeyê wê bû hatibû kuştin.

Piştî kuştina Dînk bi çend salan Weqfa Hrant Dînk ji aliyê hevjîna wî Rakel Dînk ve hatibû damezrandin.