Firariyê doza Hrant Dink Tuncay Uzundal hat girtin
PeyamaKurd- Rêvebirê rojnama Ermeniyan ya bi navê Agosê Hrant Dink ku li Îstenbol a Tirkiyê dima, bi êrîşeka plankirî hatibû kuştin û doza wî ya dadgehê demeke berê encam da. Di encama dozê de, kesê bi navê Tuncay Uzundal 16 sal û 10 meh û 15 roj cezayê giran yê zîndanê dabûnê. Lê Uzundal firar bû.
Di encama operasyona hêzên asayîşê yên Îzmîrê de agahî sitendin ku Uzundal li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê ye. Piştî operasyona bi ser navnîşana Uzundal, avêtin ser adrese û wî girtin. Piştî girtinê hat şandin bo dadgehê, biryara wî li rûyê wî hat xwendin û wî şandin zîndanê.
Di dozê de cezayê herî zêde dabûn Erhan Tuncel ku ew jî 99 sal û nîv bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin