Pistî 14 salan dadgehê li ser doza kustina Hrant Dink biryara xwe da

26 March 2021 15:50 0 dîtin
Pistî 14 salan dadgehê li ser doza kustina Hrant Dink biryara xwe da

PeyamaKurd - Dadgeha Cezayê Giran 14an a Stenbolê di danişîna îro 26ê Adarê ya doza kuştina Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de, piştî 14 salan derbarê 4 kes ji wan girtî 76 kesan biryar da. Di biryara dadgehê de hinek bersûc hatin cezakirin hinekan jî beraet kir.

Li gorî biryara hatiye dayîn, dosyeya dosyeya têkildarî Fethullah Gulen, dozgerê berê Zekeriya Oz, Ekrem Dumanli, Adem Yavuz Arslan û 13 kesên din ji doza Hrant Dink hat cudakirin.

Rêveberê wê demê yê Emniyeta Trabzonê Reşat Altay ji tometên “kuştina ji ber îhmalê” û “jinavbirina belgeya fermî” bê tawan hat dîtin û dosyeya “bikaranîna erkê xwe bi xerabî” jî ji ber derbasbûna dem hat betalkirin.

Yavuz Karakaya ku wê demê di Rêveberiya Îstîxbareta Cendirme ya Stenbolê de bû, bi tometên “binpêkirina destûrê” û “kuştina bi qestî” bi 12 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Polîsê berê Muhîttîn Zenît jî ji 3 tometan wek “bêtawan” hat dîtin û dosyeya ku bi tometa “bikaranîna erkê xwe bi xerabî” ji ber derbasbûna demê hat betalkirin.

Rojnamevan û nivîskarê Ermenî Hrant Dînk, piştî helmeteke nijadperestî ya li dijî wî ji aliyê deshilatdariyê ve, 19ê Çileya 2007an li ber avahiya rojnameya Agosê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatibû terorkirin.