Pistî 3 salan bi biryara dadgehê Kurdî li sepana KADESê hat zêdekirin

02 June 2022 18:31 0 dîtin
Pistî 3 salan bi biryara dadgehê Kurdî li sepana KADESê hat zêdekirin

PeyamaKurd – Sepana KADES (Xeta Piştevaniya Jinan) sala 2018an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi rêya piştgiriya bi telefonê ketibû xizmeta jinan û ji ber nebûna zimanê Kurdî tê de rastî nerazîbûnan hatibû.

Baroya Diyarbekirê jî di nav de, hin saziyan sala 2021ê ji bo zimanê Kurdî jî bikeve nav bernameya KADESê serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn û doz vekiribûn.

Hat ragihandin ku piştî damezrandina sepana KADESê bi sê salan, dadgeha tirk li ser serlêdana du parêzeran biryar da ku ji bilî zimanên Tirkî, Rûsî, Erebî, Farisî, Îngilîzî û Fransî zimanê Kurdî jî li bernameya KADESê were zêdekirin.

Hat zanîn ku piştî biryara dadgehê îro 2yê Hezîranê zimanê kurdî jî li KADESê hatiye barkirin.

Rêvebirên KADESê, Zimanê Kurdî jî li bernameyê bar dikin