Partiyên Demokrat, pistî 16 salan biryara yekîtiyê da

22 August 2022 00:30 0 dîtin
Partiyên Demokrat, pistî 16 salan biryara yekîtiyê da

PeyamaKurd- Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) îro ragihand ku wan piştî 16 salan, car din yekîtiya xwe îlan kiriye.

Biryara yekbûnê ya herdu partiyan, bi merasîmeke bi rûmet ku bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat tê de beşdar bûn, hat îlankirin.

Li ser biryara ku herdu partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek, daxuyaniyek jî hat dayîn û ev nirxandin hatin kirin:

“Îro, dawî li têkoşîna bi cudahî tê û herdu aliyên demokrat bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, berdewamiyê didin xebata xwe. Bêguman yekîtiya partiyên demokrat, dibe destpêka qonaxeke nû ya xebata vê partiyê.”

Pêşewa Qazî Mihemed, damezirîner e

Roja 16ê Tebaxa 1945an, li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye damezirandin û damezirînerê vê partiyê, Pêşewa Qazî Mihemed ê ku Serokomarê Komara Kurdistanê bû.

Di nav partiyê de heta niha sê caran cudabûn çêbûye û herdu partiyên ku 16 sal in bi du navên cuda karên siyasî dikin, bi vê biryarê re car din bûn yek.