Pistî serê 3 salan: Biryara rawestandina êrîsan hat standin
PeyamaKurd - Hûsiyên Şîe yên Yemenê li hemberî Hevpeymana Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, biryara rawestandina êrîşên drone û moşekan wergirtin.
Serokê Şoreşa Bilind a Hûsiyan Muhammed Alî el-Hûsî piştî hevdîtinên ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet bo Yemenê Martin Griffiths ragihand ku wan biryara rawestandina êrîşan standiye.
Hûsiyên ku bi piştgiriya Îranê şer dikin herwiha diyar kirin, ger hevpeymaniya Siûdî ayştiyê bixwaze ew ji bo agirbesteke berfireh amade ne.
Ev biryara Hûsiyan piştî daxuyaniya hevpeymaniyê ya rawestandina êrîşên ser Hudeydayê tê ku NY jî daxwaz dike ji bo dawîanîna şerê 3 sal in didome, dawiya vê salê gotûbêjên aştiyê destpê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin