Dadgehê ji bo qetlîama 1994an a Sirnexê pistî 26 salan biryara binpêkirinê da

27 August 2020 20:37 0 dîtin
Dadgehê ji bo qetlîama 1994an a Sirnexê pistî 26 salan biryara binpêkirinê da

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM, derbarê bûyera 38 kesên li gundên Kûşkonar û Kocagili yên Şirnexê bi balafirinên şer hatin qetilkirin de, biryara binpêkirina mafê jiyanê da.

Dadgehê herwiha biryara tesbîtkirina failên bûyerê û qerebûkirina malbatên kesên hatine kuştin da.

Dadgehê di biryara xwe de gotiye, pir dem derbas bûye û ne pêkane ku faîl bên tespîtkirin û biryara qerebûkirina bi 40 hezar û 130 hezar TL ya xizmên kesên hatine kuştin da.

Çi bûbû?

26ê Adara 1994an balafirên şer ên Tirkiyê, gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê bombebaran kiribûn û di wê bombebaranê de 38 welatiyên Kurd hatibûn şehîdkirin.

 Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê derbarê bûyera 26 berê de, biryara “Binpêkirina mafê mirovan” da. 

Li aliyê din Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) di sala 2014an de, li ser heman bûyerê biryara binpêkirina giran dabû û xwestibû fail bêne cezakirin, lê belê AYMê wê demê girîngî  nedabû lêpirsînê û berpirsên wê qetlîamê nehatibûn dadgehkirin û dosyeya dozê hatibû girtin.