Wê Platforma Zimanê Kurdî pistî Rihayê li Wan û Sirnexê jî nûnertiyên xwe veke
PeyamaKurd - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand, wê platform li Rihayê û du bajarên din ên Bakurê Kurdistanê nûnertiyên xwe veke û got, pêwîst e li Tirkiyê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê.
Platforma Zimanê Kurdî, doh 19ê Kanûna 2021ê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê civîneke rojnamevanî saz kir.
Berdevkên Platformê Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba, Hevserokê Şaxa HDPê li Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên di platformê de û nûnerên rêxistinên sivîl di civînê de amadehî kirin.
Berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew dixwazin li Rihayê jî nûnertiya platformê vekin û got: “Li Rihayê, dê kesên dil dane Kurdî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl dê xebatên Kurdî bikin.”
Cizîrî anî ziman ku plana wan heye nûnertiyên xwe li herdu bajarên Wan û Şirnexê jî vebikin.
Platforma Zimanê Kurdî beriya niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê Mêrdîn, Batman û Semsûrê şaxên xwe vekiribûn.
Cizîrî di civînê de bibîr xist, platform ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê xebatan dimeşîne û wiha pê de çû:
“Divê kes ji fermîbûna Kurdî netirse. Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heke dewlet li dijî Kurdî ne di nav dijminatiyekê de be, divê van daxwazan bibersivîne. Divê kurd li her saziya ku diçinê karibin bi Kurdî biaxivin. Dema ku kurd bi Kurdî biaxivin wê tiştek nehilweşe.”
Cizîrî herwiha got, “Divê herkes li vî mafî xwedî derkeve û bi awayekî siyasî nêzî vê mijarê nebe. Ev maf ji bo me tevan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin