Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê Kurdan e û Kurdî zimanê bi milyonan Kurd e
PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û diyar kir, parlamenter Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn ne bi tenê ne û Kurdistan welatê Kurdan e û Kurdî zimanê bi milyonan Kurd e.
Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên budçeya saziyên girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Karên Navxweyî de ku dihatin kirin de bi Kurdî axivî û axaftina wê ya Kurdî ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve hat girtin. Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî ji ber ku têgeha Kurdistan anî ziman ceza lê hat birîn.
Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî di derbarê van bûyeran de belav kir û nerazîbûn nîşanî astengkirina zimanê Kurdî da.
Daxuyaniya Platformê ya bi sernavê "Em Vê Helwestê Qebûl Nakin!" wiha ye:
"Roja 8ê meha 12an li Parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaşkirin. Di vê navê re parlamenterê HDPê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bi kar anî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan, ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.
Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê, mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hat birîn. Platforma Zimanê Kurdî van her du bûyeran şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêze!
KURDÎ Û KURDISTAN HÊJ QEDEXE YE
Ev her du bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî di Parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûlkirin. Nehatiye famkirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wan, weke ku di rastiya civaka Kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li Parlamentoya Tirkiyê were çareserkirin weke ku hinek alî dibêjin, ma wê çareserkirin di înkarkirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkiyê nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?
Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê Kurdan ve tucara nayên qebûlkirin
Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêze. Zimanê me Kurdan Kurdî yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana dikin!"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin