Li Bakurê Kurdistanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakî û bernameyên curebcur tê pîroz kirin
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê bi minasebeta 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku wekî roja weşana yekem hejmara Kovara Hawar a Mîr Celadet Elî Bedirxan hatiye destnîşankirin, bi çalakî û şahiyên curbecur tê pîroz kirin.
Îsal jî bi pêşengiya saziyên wekî Platforma Zimanê Kurdî, Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û hejmarek sazî û rêxistinên din ên civakî bername û çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatine amadekirin û Îro Yekşemê 15ê Gulanê têne lidarxistin.
Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ji 8ê Gulanê ve li bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê bi semîner û bernayên balkişandina ser zimanê Kurdî berdewam dikin.
Îro 15ê Gulanê jî li bajarên wekî Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Batman, Riha, Colemêrg û çend deverên din bi meş û şahiyên bi beşdariya zarokan Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
90 sal beriya niha 15ê Gulana 1932'yan, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir.
Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de hatibû gotin: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin"
Ji bo ku ev banga netewî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan were jiyandin û mayînde bibe, sala 2007an 15ê Gulanê wek "Cejna Zimanê Kurdî" hat ragihandin û her sal ev roj tê pîrozkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin