Li bakur Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin
PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistanê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî îsal bi coş û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin.
Di çalakiyên ku piranî bi pêşengiya DEM Partî organîze dike de drûşma; “Heta zimanê me azad nebe em nasekinin” derkete pêş.
Cejn li parlamena Tirkiyeyê jî hate pîrozkirin
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna fraksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û kedkarên zimanê Kurdî bi bîr anîn.
Bakirhan Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz kir û destnîşan kir ku weke DEM Partî ew ê bi mebesta Cejna Zimanê Kurdî çalakiyekê li dar bixin.
Pîrozbahiya dengbêjiyê
Her wiha li ser hesabê medyaya civakî yê DEM Partiyê jî bi mebesta cejnê vîdeoyek hate belavkirin û cejn bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî hate pîrozkirin. Di merasîmê de dengbêjên herêmê jî beşdar bûn û bi awazên xwe beşdaran coşandin.
Şernex: Her dem li her derê Kurdî
Rêxistina DEM Partiyê ya Şernexê jî bi heman mebestê li kuçe û kolanên bajêr pîrozbahan li dar xist û belavokên "Her dem li her derê bi Kurdî bipeyivin" belav kirin.
Parlamenterê Şernexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez di derbarê cejnê de got: “Cejna Zimanê Kurdi Pîroz Be. Armanca me ew e ku her dem Kurdî, li her derê Kurdî bipeyivin, binivîsin û bixwînin. Bi vî awayî em dikarin polîtkayên dijminatiyê yên li ser zimanê me rawestînin”
Pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ji aliyê gellek partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê ve jî, bi çalakiyên cihêreng hate pîrozkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin