Platforma Zimanê Kurdî ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir

15 May 2021 13:00 0 dîtin
Platforma Zimanê Kurdî ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û daxwaz kir zimanê Kurdî ji warê rewşenbîrî bigire heta jiyanî, di her qadê de bê bikaranîn.

Platformê da zanîn, divê zimanê dayikê ji aliyê her kesî ve were parastin û bikaranîn.

Herwiha daxwaz ji her kesê Kurd kir ku li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve.

Platformê eşkere kir, divê zimanê Kurdî bi awayekî eşkere di qanûnên perwerdeyê de were naskirin û pejirandin.

Herî dawî Platformê destnîşan kir, wan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.