Platforma Zimanê Kurdî: Dewlet ne ji dil e, em êrîsan sermezar dikin
PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewlet di gavên bo zimanê kurdî de ne ji dil e û ragihand, Platforma Zimanê Kurdî dê di hemû qadan de xwedî li ziman derkeve heta ku bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. PZKê herwiha êrîşên dijî zimanê Kurdî wek dirûtîyê bi nav kir û şermezar kir.
Di daxuyaniya PZKê de hat gotin, li Tirkiyeyê nêzîkî 30 milyon Kurd dijîn lê zimanê kurdan bin zext û zorê de ye û gavên bo zimanê kurdî hatine avêtin jî ne ji dil in û heta zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya zimanê zikmakî were cîbicîkirin dê tekoşîna wan bidome.
Platforma Zimanê Kurdî diyar kir, “Gelê Kurd eve sedsal e di her şert û mercî de li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derketiye û gihandiye heyanî heyama îroyin…
Dewleta Tirk jî tu carî zimanên li ser vê erdnîgariyê wek çand û dewlemendiya vî welatî nepejirand û bo helandina van zimanan di nav hewldanê de bû,ji ber vê nêzîkahiyê gelek zimanên li ser axa Kurdistan û Tirkiyê dihatin axaftin an temamî qediyan yan jî hatin asta qedandinê,ev êrîş û hewldanên helandinê ji bo Kurdî jî di asta herî jor de pêk hat,ji ber xurtiya Kurdî û Xurtiya Kurdan tiştên ku hatin serê zimanên gelê din nikaribûn bînin serê zimanê Kurdî,lê êrîşên li hember zimanê Kurdî jî tucarî nesekinîn û hê jî berdewam dikin…”
PZKê destnîşan kir, “Ji ber pêşketinên hundirîn bi taybetî jî ji ber pêşketina têkoşîna Kurdan Dewleta Tirk di sala 2012’an de mecbûr ma ji bo zimanê Kurdî hin gavên erênî biavêje,wek trt 6,di unîversîtan de vekirina kursiyên zimanê kurdî,di dibistana navîn de heftê du seet dersên hilbijartî hin qanûnî,hin bê ku qanûnê wan werin derxistin kirin meriyetê…
Lê di nava salan de derket holê ku niyeta vê desthilatdariyê û dewletê ne ewe ku zimanê Kurdî biparêze an jî bi pêş bixe,niyet ew bû ku hem ji raya hundir re û hem jî ji raya nav neteweyî re bêje û nîşan bide ku ji bo Kurda û zimanê Kurdî çiqas tiştên erênî kiriye û wan bide sekinandin….”
Di berdewamê de hat gotin: “Ger niyet û mebest ne wisa bûya di zanîngehên xwe de zaravayên me yên Kurmancî û Kirmançkî wek zimanên du miletan nedida nîşandan, ya din wek li Kurdan û zimanê Kurdan heqaret bike ji bo mamostetiya zimanê Kurdî salê kesek an du kesan peyvîrdar nedikir,li kolanan êrîşê zimanê Kurdî û muzîka Kurdî nedikir,konser û şanoyên Kurdî qedexe nedikir,tabelayên Kurdî venedigerand Tirkî, navê tax, kolan û wd ên bi Kurdî venedigeran de Tirkî…
Li ser axa vê welatî nêzê 30 milyon Kurd dijîn, Kurd jî wekî her hemwelatiyê vê axê bac didin dewletê,çawa ji bo Tirkî îmkan tên afirandin ji bo zimanê Kurdî û zimanê din jî divê ev îmkan derfet werin nîşandan ev yek mafeke û ne litufa hin kesane ku mineta wî bikin…”
Di dawiyê de jî PZKê kiryarên dijî zimanê Kurdî şermezar kir û wiha pê de çû: “Ji aliyek da propaxanda ya xwe dikin dibên me qedexe ya li ser Kurdî rakiriye, ji aliyê din de êrîşên zimanê Kurdî dikin ev yek dirûtiyek pir mezine û em vê yekê, qebûl nakin û şermezar dikin…
Têkoşîna Kurda ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê her ê berdewam bike…
Gelê Kurd di her şert û mercî de çawa hetanî naha li zimanê xwe xwe xwedî derketiye û gihandiye roja îroyin wê ji vê şûndajî li zimanê xwe xwedî derkeve bijî û bide jiyandin…”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin