Platforma Zimanê Kurdî: Bila hemû rayedarên dewletê fêrî kurdî bibin!

06 July 2019 16:02 0 dîtin
Platforma Zimanê Kurdî: Bila hemû rayedarên dewletê fêrî kurdî bibin!

PeyamaKurd - Platfroma Zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê çalakiyan bo zimanê kurdî dike daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da bang li berpirsên Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê nehatiye kirin ku xwe fêrî zimanê kurdî bikin.

Îro şemiyê (07.07.2019) Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyeka nivîskî belav kir ku nûsxeyek ji PeyamaKurd re jî hatiye hinartin.

Di daxuyaniyê da amaje bi wê helwêsta Qeymeqamê Navçeya Beşebebê Îsmail Pendik a fêrbûna kurdî hatiye kirin û tê da hatiye gotin ku divê hemû berpirsên Tirkiyê, yên li Bakurê Kurdistanê ne, qeymeqam, walî, dozger, leşker fêrî zimanê kurdê bibin.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî da wiha hatiye gotin: “Weke Platforma Zimanê Kurdî ji ber wan sedeman dibejin; bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Bila pirsa zimanê kurdî bibe pirseke xwezayî û civakî. Ji ber vê yekê em weke Platforma Zimanê Kurdî helwesta Qeymeqamê Bêşebabe erenî dinirxînin. Di fêrbûna zimanê kurdî de em serketine ji birêz qeymeqam re dixwazin. Em bang li hemû qeymeqam, walî, fermandar, amirên sivil û leşkeran dikin ku kurdî fêr bibin. Fêrbûna zimanê kurdî ji bona rayedarên dewletê bila bibe gava pêşî ji bona aşitî û pêkvejiyanê.”


Nûçeyên peywendîdar

Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî çap kir


Ji bo standardîzekirina kurmancî gaveke girîng: Rêbera Rastnivîsînê