Parlamentoya Iraqê: Zimanê Kurdî dê li hemû saziyan…

01 March 2023 16:30 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê: Zimanê Kurdî dê li hemû saziyan…

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku zimanê Kurdî dê li hemû saziyên dewletê yên Kerkûkê wekî zimanê fermî were bikaranîn.

Dr. Şaxewan Ebdullah, di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Encûmena wezîrên Iraqê bersiva daxwaznameya ku me îro (28.02.2023) pêşkêş kiribû, da û pesend kir ku zimanê Kurdî wekî zimanê fermî di saziyên dewletê de li hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê were bikaranîn û ji bo vê dest bi xwendinê kir.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em ê hewil bidin ku di zûtirîn demê de zimanê Kurdî wekî zimanê fermî li hemû warên pêwîst li gorî destûra Iraqê were bikaranîn.”