Wezareta Iraqê, biryara ji bo zimanê Kurdî betal kir

28 October 2022 17:30 0 dîtin
Wezareta Iraqê, biryara ji bo zimanê Kurdî betal kir

PeyamaKurd- Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, biryara ku li dibistanên bi zimanê Erebî yên li Iraqê li ser pileya pêzanîna zimanê Kurdî hatibû dayîn, li ser nerazîbûna rayedarên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, betal kir.

Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dibistanên Erebî yên Iraqê, xwendekarên ku di dersa zimanê Kurdî de pileya pêwîst bi dest nexe, dê bi awayê serkeftî neyên qebûlkirin.

20 roj beriya niha, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ve hatibû ragihandin ku heger xwendekar di dersa zimanê Kurdî de pileya pêwîst bidest nexin jî dê ‘serketftî’ werin qebûlkirin.

Piştî ragihandina vê biryarê, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nerazîbûn nîşan da û di encama zextên hatin kirin de ev biryar hat betalkirin.