Wezareta Perwerdeya Iraqê li dijî zimanê Kurdî biryarek derxist
PeyamaKurd - Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, li dibistanên perwerdeya erebî tê dayîn li dijî dersa Kurdî biryarek derxist.
Li gorî biryarê xwendekarên ku di dibistanên erebî de dixwînin, heger di dersa zimanê kurdî de pûanê wan kêm be jî dê ji wê dersê derbas bibin.
Di biryara ku Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê roja 6ê Cotmeha 2022yan şandiye dibistanan de hatiye gotin, hemû xwendekarên ku xwendina wan bi zimanê erebî ye û dersa zimanê kurdî jî tê xwendin, eger di dersa zimanê kurdî de pûanê wan kêm be jî weke binketî nayên hejmartin û wê dersê serketî derbas dikin.
Ev biryara Wezareta Perwerdehiya Iraqê wekî paşguhkirina zimanê kurdî hat nirxandin ku rê li ber fêrbûna zimanê Kurdî digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin