Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryarek nû li ser dersa zimanê Kurdî da

08 October 2022 10:03 0 dîtin
Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryarek nû li ser dersa zimanê Kurdî da

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryarek nû da û diyar kir, xwendekarên ku di dibistanên Erebî de dixwînin, di dersa zimanê Kurdî de dereceya wan nizm be jî, weke ku di wê dersê de maye nayê hejmartin.

Li gor nivîsa Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ku şandiye dibistanan, hemû xwendekarên ku xwendina wan bi zimanê Erebî ye û dersa zimanê Kurdî jî tê xwendin, eger di dersa zimanê Kurdî de dereceya xwendekaran nizm be jî, weke binkeftî nayê hejmartin.

Ev biryara Wezareta Perwerdehiyê nîşaneya paşguhkirina zimanê Kurdî ye û dike ku xwendekar guh nedin vê dersê û fêr nebin.