Wezareta Pêsmerge: Dijîterora YNKê bi serê xwe bi artêsa Iraqê re li hev kir û derket operasyonê
PeyamaKurd – Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Serbest Lezgîn da xuyakirin ku hêza dijîterora YNKê, bêyî ku haya wezîrê Pêşmerge ku endamê YNKê ye, jê hebe bi hêzên Iraqî re li hev kiriye û derketiye operasyonê jî.
Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbeest Lezgîn got, ev çend roj in artêşa Iraqê li hinek deverên kurdan li parêzgeha Diyale dest bi operasyonê kiriye. Lê ne haya wan jê heye û ne jî bi Wezareta Pêşmerge re hemahengî hatiye kirin. Haya wezîrê Pêşmerge jî jê nîne ku bi xwe endamê YNKê ye.
Serbest Lezgîn da zanîn, beşek ji hêza dijîterora YNKê beşdarî wan operasyonan bûye û bi hêzên Iraqî re rêkeftin kiriye û diyar kir, fermandeyê yekîneya 70 ya Pêşmerge (Pêşmergeyên YNKê) jî wezîrê Pêşmerge re gotiye ku haya wan jî ji wê yekê nîn e. Wisa xuya dike hinek kes li derveyî hêzên Pêşmerge bi hêzên Iraqî re gihîştine rêkeftinê.
Lezgîn daye xuyakirin, “Ew hêzên Iraqî yên ku li deverên kurdan li Diyale dest bi operasyonê kirine, niyeta wan heye li wir bimînin. Berpirsiyartiya wê yekê dikeve stûyê wan kesên ku bi hêzên Iraqî re rêkeftin kirine, ji ber ku haya me ji tiştekî nîne. Piştî ku hêzên Iraqî derbasî deverê bûne, gazî me dikin dibêjin hêzên Iraqî hatine. Bila gazî Bexdayê bikin.”
Wekîlê Wezareta Pêşmerge herwiha gotiye, deverên ku hêzên Iraqî dixwazin lê bimînin, di warê aborî de girîng in. Ew bi behaneya valahiya ewlehiyê derbasî wir bûne.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî berpirsê asayişa nehiya Kuleco ya devera Germiyan Şemal Ebdulrehman ji medya Kurdistanê re ragihandibû ku hêza dijîterora YNKê bi artêşa Iraqê re li hev kiriye û ew derbasî devera Germiyan kirine ku niyeta wan jî xirab e.
Hêza dijîterora YNKê di destê berpirsê îstixbarata YNKê û hevserokê wê YNKê Lahor Cengî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin