Cîgira Wezareta Sehîdan: Di serê DAISê de 1.755 Pêsmerge sehîd bûne

25 January 2021 11:00 0 dîtin
Cîgira Wezareta Sehîdan: Di serê DAISê de 1.755 Pêsmerge sehîd bûne

PeyamaKurd – Cîgira Wezareta Şehîdan û Karûbarê Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berîvan Hemdî diyar dike, xaka Kurdistanê bi xwîna Pêşmergeyan ji destê terorîstên DAIŞê hatiye parastin û bi tenê di şerê DAIŞê de, 1.755 Pêşmerge şehîd bûne.

Li gor Berîvan Hemdî daye zanîn: ‘‘Di şer û rûberûbûna hêzên Pêşmerge bi terorîstên DAIşê de, 1755 Pêşmerge şehîd bûne û 10 hezar Pêşmerge jî birîndar û kêmendam bûne. Pêşmerge bi xwîna xwe parêzgariyê li xaka xwe kiriye.’’

Herwiha Berîvan Hemdî destnîşan kiriye, hêzên hevpeymaniyê bi êrîşa asmanî, hevkarî kiriye di bordûmankirina binke û baregehên DAIŞê de, li ser zevî hîç hêzêk ji bilî  Pêşmerge û artêşa Iraqê li sînorên xwe beşdarî şerê DAIŞê nebûye, ji bilî wê eger azayiya Pêşmerge nebûya, DAIŞê wê beşeke zêde ya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê dagir bikira.’’

Herî dawî Berîvan Hemdî eşkere kir, zorîneya şer û bakarên Kurdistanê xwedî Pêşmergeyên şehîd in di şerê DAIŞê de. Ev jî selimandiye ku take hêz ku efsaneya DAIŞê ji holê rakiriye Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bûye.