Wezareta Pêsmerge: Çawa ku DAIS hat têksikandin emê dîsa nehêlin serê xwe hildin

08 April 2020 20:18 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Çawa ku DAIS hat têksikandin emê dîsa nehêlin serê xwe hildin

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Kuleco ya Germiyanê ku du Pêşmerge şehîd bûn, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, em dilniyayê didin xelkên Herêma Kurdistanê ku çawa ew rêxistin ji aliyê erdnîgarî ve hat têkşikandin, her bi wî awayê emê nehêlin careke din vegere qadê û serê xwe hildin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

“Şeva burî ji encama hêrişeka tirsinok a tarîperistan û teroristên Daişê bo ser çeperên Pêşmergeyan li bajarokê Kulleco, li sinûrê Germîyan, di dema radûvnan û berperçvedan a wan terirstan, dû Pêşmergeyên qehremanên ser bi Lîwa ya 5 a Pîyade ya Wezareta Pêşmerge bi navên (Îsmayîl Faris Resûl û Surkêw Heme Reşîd) şehîd bûn.

Em serexweşîyê arasteya malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên şeva burî yên Kollecoyê dikîn û hevxemî û hevsozî ya xwe bo wan tekez dikîn.

Bi xelkên Kurdistanê jî radigehînîn, tevî kawdanên herêma me û xirabîya rewşa wê bi sedema derdê Koronayê, lê wek her dem, hêza cangorî yên Pêşmerge di amadesazî û amadebaşîya temam de ye bo berevanîyê ji ax û xelkên Kurdistanê.

Di demekê de, me çend caran hoşdarî daye li ser xwe rêkvekirina şaneyên razayî yên Daişê û car din serhildana wan, bi van karên bêzever û tirsinok nagehin ti armancan û bi zend û baskên hêza Pêşmerge nahêlîn careka dî serhilbidin. Ev yek jî bi hevkarî û hevahengîyê li gel hêzên asayîşê, supayê Îraqê û hêzên Hevpeyamnîya Nêvdewletî Dijî Daişê.”