Wezareta Pêsmerge amarên 2021ê yên êrîsên terorîstên DAISê eskere kir

27 December 2021 15:35 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge amarên 2021ê yên êrîsên terorîstên DAISê eskere kir

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand ku di sala 2021ê de, terorîstên DAIŞê li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê 229 êrîş pêk anîne û di êrîşên meha borî de jî 22 pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye ku di encama êrîşên salekê de 356 kes şehîd bûne, 480 birîndar bûne û 33 kes jî hatine revandin.

Dawiya meha Mijdarê de, ji ber valahiya ewlehiyê ya piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an pêk hatiye çekdarên DAIŞê çend êrîş li dijî sengerên hêzên Pêşmergeyan kirin.

Li gorî amarên Wezareta Pêşmerge ku roja 26-12-2021ê hatine eşkere kirin; ji destpêka salê ve heta 31-22-2021ê, “Çekdarên DAIŞê 229 kiryarên terorîstî li Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêk anîne, di encamê de 356 şehîd, 480 birîndar û 33 revandî hebûn.”

Ji 27ê meha Mijdarê ve heta 5-12-2021ê çekdarên DAIŞê li sînorên Kerkûk, Germiyan û Mexmûrê, şeş êrîş pêk anîne, di encama wan êrîşan de 22 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne.

Roja 8ê Kanûnê piştî biryara li ser 2 lîwayên hevbeş, operasyoneke hevbeş a Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê birêve çû û di encamê de stargeh û hejmarek çek û paşmayên din ên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin desteser kirin û ruxandin.