Wezareta Pêsmerge li ser zêdebûn û bihêzbûna êrîsên DAISê li Iraqê hisyarî da
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge di derbarê zêdebûn û bihêzbûna êrîşên DAIŞê li Iraqê hişyarî da û diyar kir, DAIŞ dixwaze eniyeke mezin li dijî Pêşmerge û artêşa Iraqê veke.
Berpirsê navend rewşenbîrî û hişyariya netewî li Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed daye zanîn, heta niha gelek caran Serokê Hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge li ser gef û tehdîdên DAIŞê hişyarî dane, haya hikûmeta Iraqê jî ji metirsiyên DAIŞê heye. DAIŞ dixwaze çalakiyên xwe zêde bikin.
Osman Mihemed herwiha eşkere kiriye, DAIŞ dixwaze eniyeke berfireh li dijî Pêşmerge û artêşa Iraqê veke, ev jî metirsiyek mezin e û divê zû were çareserkirin.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge destnîşan kiriye, çareseriya wê jî ew e ku hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê zêde bibe û got, niha hemahengî heye lê kêm e, divê were zêdekirin. Du lîwayên hevbeş hene lê divê zêdetir bibin.
Bi gotina wî berpirsê Pêşmerge, li Iraqê derdora 3 hezar çekdarên DAIŞê hene ku herî zêde jî li derdora çiyayê Qereçûx, deşta Germiyanê û Hemrînê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin