Ji Iraqê biryara perwerdeya zimanê Kurdî

31 December 2018 16:12 0 dîtin
Ji Iraqê biryara perwerdeya zimanê Kurdî

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Iraqê biryar da ku sala bê Kurdî li dibistanên seretayî û navîn wekî zimanê perwerdê bikeve mufredatê.

Li gor biryarnameya wezaretê dê Kurdî sala bê, di mufredata polên 3, 4, 5 û 6an ên dibistina seretayî de û di mufredata polên 3, 4 û 5an a dibistanên navîn de cî bigire.

Digel ku di destûra Iraqê de Kurdî û Erebî wekî zimanên fermî hatine naskirin jî heta niha li dibistanên Iraqê perwerdeya bi zimanê Kurdî nidehat dayîn.

Tenê dibistanên taybet ên kêmîneyan hebûn ku bi zimanê wan ders didan. Li Herêma Kurdistanê jî di hemû dibistanan de zimanê erebî digel kurdî tê dayîn.