PDK ji bo li hemû dibistanên Iraqê perwerdeya Kurdî bê kirin kete tevgerê
PeyamaKurd – Parlamentara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê û Endamê Komîsyona Perwerdehiyê di Parlamentoya Iraqê de, Necwa Hemîd daxwaz kir ku perwerdeya kurdî bikeve mufredata giştî ya Iraqê û li hemû dibistanê Iraqê bê dayîn.
Necwa Hemîd daxwaz ji parlamentoyê kir, bernameyeke taybet bo perwerdeya kurdî were amadekirin û li seranserê Iraqê di dibistanan de bê dayîn.
Herwiha Necwa Hemîd, bal kişandiye ser ku ji ber kêmbûna mamosteyan li hinek dibistanan kurdî baş nayê fêrkirin û di mufredatê de jî cî nagire.
Li gorî Destûra Iraqê, li Iraqê du zimanên fermî hene ku Erebî û Kurdî ne, lê maf bo zimanên Turkmenî û Suryanî jî hatiye dayîn ku li dibistanan perwerde bi wan bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin