Sam: Emê hemû dibistanên Rêveberiya Xweser bixin kontrola xwe û perwerdeya Kurdî jî bidin

30 November 2020 17:16 0 dîtin
Sam: Emê hemû dibistanên Rêveberiya Xweser bixin kontrola xwe û perwerdeya Kurdî jî bidin

PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba li Parlamena Sûriyê gotarek pêşkeş kir û tê de got, ewê tevahiya dibistanan ji destê Rêveberiya Xweser derxin û zimanê kurdî lê bidin xwendin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba ragihand, xwendin û perwerdehiya li dibistanên ku di destê Rêveberiya Xweser de ne tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye û got, hikûmeta Sûriyê kar ligel rêxistinên navdewletî dike, ji bo dibistanên di destê Rêveberiya Xweser de ne, vegerînin bin kontrola hikûmeta Sûriyê.

Wezîrê Perwerdehiyê da zanîn: “Dê li wan dibistanan du demjimêran zimanên kurdî, suryanî û aşûrî bên hînkirin, eger dê û bavê xwendekaran vê yekê daxwaz bikin.”

Teba diyar kir, “Em li gel hînkirina bi zimanên herêmî ne. Ev yek normal e û dibistanên me yên ermenî yên bi zimanê ermenî hîn dikin hene."

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2015an ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên perwerdeyê dide û tenê perwerdehiya di bin banê hikûmeta Sûrî de li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Qamislo û Hesekê tê dayîn.

Mijara perwerdehiyê di danûstandinên Encûmena Nistimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de jî tê gotûbêjkirin ku ENKS tekez dike ku ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ne, le divê guhertin di sîstema perwerdehiyê û rêbaza xwedinê ya Rêveberiya Xweser de çêbibe.