Rêveberiya Xweser bi peyamekê hemû sehîdên azadiyê bi bîr anî
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi peyameke li ser 25ê Nîsanê Cejna Şehîdan, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Rêveberiya Xweser di peyama xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir: “Şehîd nirxê manewî ye û wateyên mezin ên fedekariyê temsîl dike.”
Di berdewamiyê de da zanîn: “Keç û xortên tevahî pêkhateyên herêmê di dirêjahiya temenê tevgera li Sûriyê , berdêlên mezin dan. 25ê Nîsanê Cejna Şehîdan e. Ev roj rojeke dîrokî ye û nîşaneyên wê yên kûr di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”
Herwiha Rêveberiya Xweser herî dawî eşkere kir ku bi saya şehîdan serkeftinên dîrokî pêk anîne û destnîşan kir: “Di vê roja dîrokî de, em bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên azadî û rûmetê ditewînin. Şîfa ji hemû birîndaran re dixwazin û kedên wan ên lehengane bi bîr tînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin