Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê nasnameyên sehîdên Hesekê eskere kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê nasnameyên şehîdên ku di encama êrîşa 2 roj berê ya ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat eşkere kir û soza şopandina rêya wan da.
Dewleta Tirkiyê, 18ê vê mehê bi balafiran Navenda Perwedekirina Zarokên Keç bombebaran kir ku ev navend li ser rêya Heseke û Til Temirê ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê bi rêvebirin.
Rêveberiya Xweser do bi daxuyaniyekê destnîşan kir, di encama êrîşê de 4 zarok şehîd û 11 jî birîndar bûne û gotibû: “Ev êrîşa hovane binpêkirina hemû pîvan û qanûnan e û sûcê şer e. Ev êrîş rûyê din ê DAIŞê ye.”
Rêveberiya Xweser îro nasanemyên van şehîdan eşkere kir û soza şopandina rêya hemû şehîdan heya pêkanîna xeyalên wan da.
Li gorî Rêveberiyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Raniya Eta, sala 2002’an li Babê ji dayik bûye, 18ê Tebaxa 2022yan li Hesekê şehîd bû.
Zozan Ize Dîn, sala 2004an li Kobanî ji dayik bûye, 18ê Tebaxa 2022yan li Hesekê şehîd bû.
Diyana Elo, sala 2004an li Helebê ji dayik bûye, 18ê Tebaxa 2022yan li Hesekê şehîd bû.
Dîlan Ize Dîn, sala 2004an li Kobanî ji dayik bûye, 18ê Tebaxa 2022yan li Hesekê şehîd bû

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin