Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê Newroz li tevahî gelan pîroz kir.
Rêveberiya Xweser diyar kir: “Newroz yekitiya gelan û hevgirtina wan xurttir dike, israr û hêza berdewamkirina berxwedanê a ji bo jiyaneke azad zêdetir dike. Newroz ji sembolên dîrokî yên têkoşîn û yekitiyê ye.”
Herwiha Rêveberiyê eşkere kir, Newroz nîşaneya berxwedanê ye ku gelê herêmê pê serfiraz e û da zanîn: “Kurd îro bi pêkhate û gelên din re hewl dide berxwedanê berdewam bikin, xwişk-biratiya gelan, yekitiyê û pirrengiyê bi rêya neteweya demokratîk pêk bîne.
Rêveberiya Xweser herî dawî Newroz li gel, malbatên şehîdan, koçberên Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî pîroz kir û got: “Pêwîstiya me bi yekitiyê heye da ku Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin