Rêveberiya Xweser bo Newrozê peyamek pîrozbahiyê belav kir

20 March 2021 15:30 0 dîtin
Rêveberiya Xweser bo Newrozê peyamek pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd – Bi boneya Newrozê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Di roja îro de pêwîstiya me bi hevgirtinê heye. Ev cejn sembolek dîrokî ji sembolên berxwedana li hemberî zilm, çewisandin û înkarkirinê ye.”

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dike: “Di dîrokê de, Newroz xwedî wateyên bi nirx e. Ev cejn sembolek dîrokî ji sembolên berxwedana li hemberî zilm, çewisandin û înkarkirinê ye. Newroz yekitî û hevgirtina gelan li hemberî zilmê raber dike. Gelê me û gelê herêmê mîrata Newrozê diparêzin. Ji lew re ruhê ku Kawayê Hesinkar pê dest bi berxwedana Newrozê kiriye, rêya ber bi berxwedana ji bo azadiyê û rizgariyê ve ronî dike.”

Rêveberiya Xweser amaje bi rewşa ji ber Koronayê jî dike û dide zanîn “Sala borî ji ber bandora şewba Koronayê me nikarîbû pîrozbahiyan li dar bixin, ji bo wê wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em gelek êşiyan. Ruxmî ku pandemî hîna berdewam e û divê em baldartir bin û tedbîran bigirin jî, lê ruh û wateya Newrozê di hemû rewşên awarte de mîrasê me ye.”

Rêveberiya Xweser di berdewamiya daxuyaniyê de dibêje: “Nirxên Newrozê ku berxwedanê nîşan didin, heman nirx in ku yekitiya gelan û yekbûna têkoşîna wan mayînde dikin. Ew nirx ji Newroza beriya bi hezaran salan ve û heta roja me ya îro dewam dikin. Kurdên ku rolek pêşeng di berxwedana Newrozê de lîst, îro jî bi heman performansê bi pêkhate û gelên din re hewl didin vê berxwedanê biparêzin. Îro em berhemên vê berxwedanê di rastiya rewşa herêmê de dibînin.”

Rêveberiya Xweser Newrozê li tevahiya gelê Kurd û bi taybet “koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî” pîroz kir û got: “Em soz didin wan ku bi ruhê Newrozê û felsefeya berxwedanê, em ê herêmên dagirkirî ji dijmin û çeteyan rizgar bikin û serkeftinê pêk bînin. Em ê li wan herêman carek din meşaleya Newrozê bilind bikin.”

Rêveberiya Xweser eşkere dike: “Em soz didin gelê xwe ku em ê bi vî ruhî berdewam bikin û armancên şoreşa xwe yên azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û yekitiya gelan pêk bînin.”

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi vê boneya dîrokî em bang li hemû hêzên ku yekitiya Sûriyê, yekitiya gelên wê û pêşeroja wê ya demokratîk ji xwe re girîng dibînin, dikin ku bi hemû derfetan û bi awayekî cidî kar bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ewlehî û aştiyê li herêmê û Sûriyê bi rêya lihevkirina pêkhateyên Sûriyê pêk bînin.”

Rêveberiya Xweser herî dawî tekez dike: “Di roja îro de pêwîstiya me bi hevgirtinê heye, em amade ne ku li ser rêgezên Newrozê ber bi Sûriyeyek demokratîk û azad ve bi rola xwe rabin.”