Esîra Ereb a Boaasî di peyameke vîdyoyî de gef li Rêveberiya Xweser û HSDê xwar
PeyamaKurd – Eşîrên Ereb yên alîgirên Hikûmeta Sûriyê, çend roj in ketine nav liv û tevgerekê û li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê, bi daxuyaniyan gefan dixwin. Komeke çekdarên endamên eşîra Ereb a Boaasî, di peyameke vîdyoyî de gef li Rêveberiya Xweser û HSDê xwarin.
Hejmareke çekdar, bi vîdyoyeke ku hinekan rûyê xwe girtine, gef li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dixwin.
Ew çekdar diyar dikin, ew ji eşîra Boaasî ne û ew ê heta “dilopa dawiyê ya xwîna xwe” şer bikin.
Kesên çekdar di wê vîdyoyê de daxuniyekê didin û dibêjin: “Bi navê min û bi navê bergiriya niştîman li Qamişlî û bi navê eşîra Boasî em radigihînin, em ê di bin ala welatî û serkirdayetiya hekîm ya serok Beşar Esed de kar bikin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo bergirîkirin li welat û li dijî dorpêça ku HSDê li ser Qamişlî û Hesekê pêk tîne, şer bikin.”
Di vîdyoyê de diyar dibe, ew dîmen li çargoşeya emnî ya Qamişlo hatiye tomarkirin.
Çend roj in, li bajarên Hesekê û Qamişlo alozî di navbera hêzên asayişa Rojavayê Kurdistanê û hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve de hebûn û Çargoşeya Ewlekariyê û hin tax ku hîn di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyê de ne, ketibûn bin dorpêça hêzên asayişa Rojava.
Rêveberiya Xweser radigihîne, hêzên Hikûmeta Sûriyê her du taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û navçeya Şehba li bakurê Helebê dorpêç kirine û nahêlin pêdawîstiyên jiyana rojane ya xelkê derbas bibin.
Lê asayişa Rojavayê Kurdistanê îro ragihand, ew dorpêça li ser taxên her du bajarên Hesekê û Qamişlo yên ku di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de ne radikin û rê didin ku kelûpelên pêwîst û madeyên xwarinê derbasî wan taxan bibe.
Herwiha Berdevkê Asayişê Elî Hisên daye zanîn, bi rêya navbeynkaran, ku navê wan eşkere nekir, rewşa aloz bidawî anîn û rê dan alîkar û kelûpel derbasî navçeyên Hikûmeta Sûriyê bibin.
Li gor agahiyan Rûsya bûye navbeynkar û Hikûmeta Sûriyê jî soz da dorpêça li ser Şehba ku koçberên Efrînê lê dimînin û her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bidawî bîne û rê bide kelûpel derbasî wan cihan bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin