Kilicdaroglu bi peyameke vîdyoyî ji bo gera duyem dengên nijadperestên Tirk xwest!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê Tifaqa Milet ê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kilicdaroglu, ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku li hember Erdogan bi ser neketibû, dest bi helmeta xwe ya hilbijartinên 28ê Gulanê kir.
Kemal Kilicdaroglu, îro 17ê Gulanê li ser medya civakî hesabê xwe yê Twitterê vîdyo axaftinek belav kir û tê de, berevajî kampanyaya xwe ya gera yekem ya hembêzkirinê, li ser hestên netewereperstiya Tirk bang li ciwanan kir ku di gera duyem de dengên xwe bidin wî.
Kilicdaroglu di vîdyoya xwe de, balê dikişîne ser hestên netewperestî yên Tirk û dozên, Ergenekon, Balyoz, FETO, ketina parlamenê ya HUDA PARê ku wekî Hizbullah wan bi nav dike û bi taybetî jî qala vegerandina 10 milyon penaberên Sûriyê dike.
Kilicdaroglu diyar dike ku heger ew 10 milyon penaber neyên şandin, piştî çend salan hejmara wan bigihe heta 30 milyonan û ev jî ji bo Tirkiyeyê dibe sedema metirsiyeke mezin.
Türkiye için #KararVer pic.twitter.com/4uqBubVCRb
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 17, 2023
Kilicdaroglu herwiha bêyî navê Erdogan bide dibêje; “Dema li berjwendiya wan e, dibêjin Kurd, dema ne li berjewendiya wan be jî dibêjin PKKyî, mutedeyyîn û FETO. Em ê welatê xwe ji vê hişmendiyê re nehêlin…”
Di dawiyê de jî Kilicdaroglu gotiye, “Yên ji welatê xwe hez dikin bila biçin ser sindoqan. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê teqez qezenc bikin!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin