Kilicdaroglu ji bo pistgiriya gera duyem bi Ozdag re civiya
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê opozîsyonê Kemal Kilicdaroglu, piştî ku hilbijartin ma gera duyem îro 19ê Gulanê ji bo piştgiriya wan bistîne bi Serokê Partiya Zafer Umit Bozdag re civiya.
Piştî civîna namzedê Tifa Milet Kemal Kilicdaroglu û serokê Partiya Zafer a Tifaqa ATA ku namzedê wan Sînan Ogan bi wergirtina ji sedî 5,2yê dengan hilbijartin hiştiye gera duyem, herdu serok derketin pêşberî rojnamevanan.
Kilicdaroglu ragihand ku civîneke berhemdar hatiye kirin û wan nêrînên serokên partiya Tifaqa Milet bi Ozdag re parve kirine.
Herwiha Kilicdaroglu li ser mijara piştevaniya bo gera duyem a hilbijartinan ku 28ê Gulanê birêve diçe jî got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên heyî heye. Di vê çarçoveyê de dê serokê Partiya Zaferê bi hevalên xwe re hevdîtinê bike”.
Ozdag jî spasiya Kilicdaroglu kir û diyar kir, “Me bersivên ji pirsên xwe re wergirtin. Em ê ligel lijneyên xwe binirxînin. Piştre jî bi Sînan Ogan re car din binirxînin. Em ê di demeke kurt de nêrînên xwe ji raya giştî ya Tirkiyê re eşkere bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di hilbijartinên serokomariyê de Recep Tayyip Erdogan ji sedî 49,52, Kemal Kilicdaroglu ji sedî 44,88ê dengan û Sînan Ogan jî ji sedî 5,2yê dengan wergirtibûn û hilbijartinên serokomariya Tirkiyê mabûn gera duyem.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin