Ozdag ji bo pistevaniya gera duyem sertê berdewama qeyûmên saredariyên HDPê danîye ber Kilicdaroglu

23 May 2023 19:25 0 dîtin
Ozdag ji bo pistevaniya gera duyem sertê berdewama qeyûmên saredariyên HDPê danîye ber Kilicdaroglu

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Zafer a Neteweperest Umît Ozdag ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de, ji sedî 2yê dengan wergirtiye, îro 23yê Gulanê ragihand ku wan hîn biryara xwe ya ji bo piştgiriya gera duyem ji namzedê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu nedaye.

Umît Ozdag doh 22yê Gulanê bi Kemal Kilicdaroglu re civiyabû û gotibû, wan protokolek pêşkeş kiriye û li bendê ne daxwaziyên wan wekî protokol bikevin bin îmzeyê.

Umit Ozdag got ku hevdîtina bi namzedê Serokomar yê Hevpeymanaiya Milet Kemal Kiliçdaroglu re gihîştiye astekê, lê hîn negihîştiye encamê û ew dê biryara xwe sibe ragihînin.

Li aliyê din piştî vê daxuyaniyê nivîskara Tirk Nagehan Alçi li ser Twitterê parvekirinek kir û got, "Umît Ozdag, dixwaze ku danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê piştê hilbijartinên herêmî yên sala 2024an jî dewam bike.”

Alçi got: "Ozdag wekî şertê piştevaniya Kilicdaroglu dixwaze bûyera qeyûman li ser HDPê bi protokolê ve bê girêdan. Kemal Beg jî mafdar e ku vê daxwaziya faşîzan red dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, namzedê serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ku Umît Ozdag pêşengiya wê hevpeymanê dikir, ji bo gera duyemîn piştgiriya ji bo Serokomarê Tirkiyê û namzedê Hevpeymaniya Cumhuur Recep Tayyîp Erdogan ragihandiye.