Dengdana gera duyem a hilbijartina serokomarê Îranê hate dirêjkirin

05 July 2024 18:07 0 dîtin
Dengdana gera duyem a hilbijartina serokomarê Îranê hate dirêjkirin

PeyamaKurd – Dengdana gera duyem a hilbijartinên serokomariya Îranê ku Mesûd Pezeşkiyan û Seîd Celîlî hevrikiyê dikin û îro 5ê Tîrmehê sibehê dest pê kiribû, bo du demjimêran hate dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku dema dengdana hilbijartinê heta demjimêr 20:00 hatiye dirêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, di gera yekem a hilbijartinên serokomariya Îranê de ku 28ê Hezîranê hatibû lidarxistin, ji 4 namzedan yekî ji wan jî rêjeya dengan a sedî 50 derbas nekir û hilbijartin ma gera duyem.

Gera duyem jî îro saet 08:00 dest pê kir ku hilbijêr dengê xwe didin Pezeşkiyan û Celîlî.

Di gera yekem de tenê ji sedî 40 beşdariya gel a hilbijartinê hebû ku tê pêşbînîkirin di gera duyem de rêje zêdetir bibe. Wezareta Navxwe dikare proseya dengdanê heta 12ê şevê jî dirêj bike.