Erdogan li ser hilbijartina gera duyem a Serokomariyê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Namzedê Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ew ê di gera duyem a hilbijartinan de rekoreke dengan tomar bikin.
Namzedê Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser Twittêrê di derbarê hilbijartina gera duyem a Serokomariyê de daxuyaniyek belav kir.
Erdogan da zanîn, dengdêran di gera yekemîn a hilbijartinan de piraniya parlamentoyê daye wan û ew ê di gera duyem de jî bi piştgiriyeke mezin rekora dengan tomar bikin.
Erdogan herwiha eşkere kir, namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu soza azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş daye û ji sozeke wiha, nayê çaverekirin ku ew ê şerê PKKê bike.
Di gera yekemîn a hilbijartinê de Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49.5, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44.8, Sînan Ogan jî ji sedî 5.1 deng anîbûn û nêzikî ji sedî 13ê dengdêran jî neçûbûn ser sindoqan.
Ji ber ku di gera yekemîn de ti namzedekî ji sedî 50î zêdetir deng nestendibûn, hilbijartin ji gera duyem re ma û biryar e roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, welatiyên Tikiyeyê careke din biçin ser sindoqan û deng bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin