Erdogan li ser tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Erdogan derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê de peyamek belav kir.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku di tûra ewil a hilbijartina serokomariyê de ji sedî 49,5ê dengan stendibû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hilbijartina tûra duyemîn da parve kir û wiha got.
“Me bêyî provokasyon, guh nede zextan, bê tirsandin, bêyî ku li hemberî zehmetiyan li ber xwe bide, têkoşîneke mezin da.
Niha dema wê hatiye ku em serkeftina 14ê Gulanê bi serkeftinek mezintir tacîdar bikin. Piştî 63emîn salvegera darbeya 27ê Gulanê rojek piştî 63yemîn salvegera darbeya 28ê Gulanê wê tûra duyemîn a hilbijartinê bê kirin. Em tifaqek in ku îradeya netewî û hezkirina xizmetkirina welat û nîştiman xistiye navenda siyaseta xwe. Em tenê dikarin deynê xwe yê şikirdariyê bidin miletê xwe, yê ku ji bo vê dozê li me xwedî derketiye û di dema pêwîst de bi tankan re rû bi rû maye, bi xebat û bazdana zêdetir.
Tirkiye ji me bendewariya xizmetiyê dike, hêviya çalakiyê dike, miletê me jî ji me hêvî dike ku em armancên xwe pêk bînin. Mexdûrên me yên erdhejê li benda me ne ku di zûtirîn dem de birînên xwe derman bikin. Piştî ku rengê sindoqan zelal bû me ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê dest bi xebatê kir. Bi hêviya ku em ê rojên pêş me bi awayekî herî baş û berhemdar binirxînin. Bi îzna Xweda em ê 28ê Gulanê bikin mizgîna Sedsalê ya Tirkiyeyê. Ez ji te bawer im."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin